Ergin Xelikan - Şevên Tarî şarkı sözleri

Ergin Xelikan yorumuyla Şevên Tarî eserinin sözleri...

Ez li benda berbangê me
Rûniştim li kêleka şevê
Şev ger xayîn reş û tarî
Şev dirêj e û bêdawî

Xew nagirtin çavên min
Ne sibe bû ne rojhilat
Li wan şevana xwîn barandin
Por û biskên hîvê ruçikandin
 Axxxx Axxxxx Ax Ax Ax

Ramanên min belav dikin
Dengê qaz û qulingan
Şevê min ê reş û dirêj
Dikêşînin berbangan

Bêje hevalê te qe li şevan
Reş û tarî da berbang pa
Hêviyên min di paşilê mi de
Benda berbanga min emrek da
Axxxx Axxxx Axxxx Ax Ax Ax

Xwezik ferhengag hebe
Bin destî te da nebe
Dijmineti ketxwerî
Zordarî dida nebe

Jiyaneke bextewar
Azadî ti de hebe
Wekhevîye hevparî
Ji herkesekî re hebe

Xwezik yarek min hebe
Bejin zirav û denikan
Hevaleke bi dil germî
Bibe wek Zîna Botan

Xwezik welatek hebe
Jiyan bi rûmet azad be
Hertişt çiqas xweş diba
Nave we bi Gulîstan be

Gotin : Dr.Mem Xelîkan
Mûzik : Ergin Xelîkan

Diğer Şarkı Sözleri

Ergin Xelikan - Potporî 1
Ergin Xelikan - Potporî 2
Ergin Xelikan - Pêrîşan
Ergin Xelikan - Buka Malê
Ergin Xelikan - Tirsa Min
Ergin Xelikan - Wek Qumirî
Ergin Xelikan - Gelo Ew Kî Ye
Ergin Xelikan - Delal
Ergin Xelikan - Deb Bihejîne
Ergin Xelikan - Nurê
Ergin Xelikan - Were Keko

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir