Ergin Xelikan - Pêrîşan şarkı sözleri

Ergin Xelikan yorumuyla Pêrîşan eserinin sözleri...


Şev û roj gerîyam yar nexuya bû
Çûm ser rubarî av çiqiya bû
Çûme cîwanî el revîya bû
Ketim ser rêçê rê hezîya bû
Ez çûm min pirsî ji kalekî gund
Min got hinda bû yara serbilind
Got bi ev şev here bê çira û find
Neyarê xwînxwar tev ketine gund
Ji evîna te ez dilbirîn im
Ez ê bigerim ku te bibînim
 
Pêrîşan pêrîşan pêrîşan nav nîşan
Pêrîşan perişan keça kurd pêrîşan
Pêrîşan pêrîşan pêrîşan nav nîşan
Pêrîşan perîşan xortê kurd pêrîşan
 
Min ji daran pirsî pel tev weşandin
Min ji avê pirsî pêl ji hev qetandin
Min ji bayê pirsî cîh guherandin
Min ji ewran pirsî rondik rijandin
Min ji bilbil pirsî jê nedihat deng
Min ji gule pirsî lê nema bû reng
Min ji huthut pirsî go mayi dereng
Min ji bazê pirsî go bû şer û ceng
Ji evîna te ez dilbirîn im
Ez ê bigerim ku te bibînim
 Dîsgotin

Min ji deştan pirsî  go bê nefer in 
Min ji çiyan pirsî go em çepe rin
Min ji  keçan pirsî baziya zer in
Min ji xortan pirsî tev şoreşkerin
Min ji name pirsî go yar zordar in
Min ji welat pirsî go neyar xwarin
Min ji xwe pirsî bêkes û jar im
Li vê cîhanê bê cîh û war îm
Ji evîna te ez dilbirîn im
Ez ê bigerim ku te bibînim
Dîsgotin

Gotin û Mûzîk : Dilovan

Diğer Şarkı Sözleri

Ergin Xelikan - Potporî 1
Ergin Xelikan - Potporî 2
Ergin Xelikan - Buka Malê
Ergin Xelikan - Tirsa Min
Ergin Xelikan - Wek Qumirî
Ergin Xelikan - Gelo Ew Kî Ye
Ergin Xelikan - Şevên Tarî
Ergin Xelikan - Delal
Ergin Xelikan - Deb Bihejîne
Ergin Xelikan - Nurê
Ergin Xelikan - Were Keko

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir