a-) Dîl Zîz
Tu ji bîra min nay dere
Hundir li min hatî xarê
Dil zîz e maye xemgîn
Kêr lê kev xwîn jê nare
Ne xet e ne xebere
Tu li kuyî bese vegere
Min bi te re di got yar e
Şev yek e diz hezar e
Gotin û Mûzîk : Ergin Xelîkan
b-) Ha Ha Nînna
Sond xariye naçim hîzan
Çê nakim dîz û mîzan
Xort qurbana wan qîzan
Ha ha nînna ha nînna
Can ha nînna ha nînna
Ez çû me baxê mîran
Hildim mertal û şuran
Kal qurbana wan pîran
Ha ha nînna ha nînna
Can ha nînna ha nînna
Gotin û Mûzîk : Gelerî
Çavkanî : Kemale Xanî
c-) Dö Te Anê
Arê destê temezîye
Keftîyere ser çopîye
Li döte anê mengirin
Raxô wîye koçekçîye
Hele hele döte anê
Li govendê li bazdane
We nermo govendê kişî
Gençgel wîye we qurbane
Gotin û Mûzîk : Gelerî
Herem : Haymana- Ankara
d-) Nînna ye
Nînnim nînnim nînna ye
Devran û dinya ye
Çi bikim malê dinyayê
Bê te sebra min nayê
Bê şerm e bê heya ye
Li nava malan gerîyaye
Gazî bavê qîzan kin
Qîzan li xortan belav kin
Dîsgotin
Nînnika min nînik e
Dile min ji wê hez dike
Gundî li ser wê şer dike
Vir da wê da nas dike
Dîsgotin
Gotin û Mûzîk : Gelerî