Ax lê Nûrê zalim Nûrê
Gulîyê porê avêt dorê
Ji min heznekir nizanim çi bikim
Dinya bi dor e qe ne bi zor e
Ez reben im belengaz im
Stranbêjek bêsaz im
Xelk û alem di kêyfê xwe da
Çavê min rêya te, te dixwazim
Ax lê Nûrê zalim Nûrê
Gulîyê porê avêt dorê
Ji min heznekir nizanim çi bikim
Dinya bi dor e qe ne bi zor e
Govend girtin keç û xortan
Sîngê Nûrê bax û bostan
Ew çi bedewîya te bû
Xwadê biparêze ji çavan
Gotin û Mûzîk : Ergin Xelîkan
Diğer Şarkı Sözleri










