Ergin Xelikan - Potporî 1 şarkı sözleri

Ergin Xelikan yorumuyla Potporî 1 eserinin sözleri...

 
a-) Lo Neno
 
Lo neno lo neno lo neno lo neno
Şêrîn şêrîn navê te
Dixwim eşqa çavên te
Hatime malê bavê te
Sew xwatirê (çavên) bejna te
Xatunê zeytunê xatunê  
Yar zeytunê were mala me rune
Ez ê sewdKalîya te me heta roja mirinê
Lo neno lo neno lo neno lo neno

Gotin û Mûzîk : Gelerî
Çavkanî : Koma 3 Kardaş
 
 b-) Xanime

Xanimê lê xanimê
Buka mala bavê mine
Çîçeka rewşa dine
Tu soz nede yekî din ê

Xanimê dinya te me
Devê min li ser sînga te me
Dêndara bavê te me
Ez aşiqê çavê te me

Xanimê lê xanimê
Buka mala bavê mine
Çîçeka rewşa dine
Tu soz nede yekî din ê
 
Xanima dilê me ye
Şev û rojan mala me ye
Qisura wê tine ye
Gotina wê min bêfayde ye

Xanimê lê xanimê
Buka mala bavê mine
Çîçeka rewşa dine
Tu soz nede yekî din ê

Gotin û Mûzîk : Gelerî

c-) Şevka baranê
 
Îşev şevka baranê
Mi di go ez bêm û bêm û bêm
Îşev şevka baranê
Mi di go ez bêm û newêrim
Cîhekî din im li eywanê
Mi di go ez bêm û bêm û bêm
Cîhekî din im li eywanê
Mi di go ez bêm û newêrim
Te ramîsim lê canê
Mi di go ez bêm û bêm û bêm
Ez mirîyê te me canê
Mi di go ez bêm û newêrim
 
Îşev şevka  xunav e
Mi di go ez bêm û bêm û bêm
Îşev şevka xunav e
Mi di go ez bêm û newêrim
Cîhekî deynim wê navê
Mi di go ez bêm û bêm û bêm
Cîhekî deynim wê navê
Mi di go ez bêm û newêrim
Te ramisim ziravê
Mi di go ez bêm û bêm û bêm
Te ramisim ziravê
Mi di go ez bêm û newêrim

Gotin û Mûzîk : Said Yusuf
 
d-) Tuzik
 
Tuzik li ser ava ye
Av li biniye mala ye
Pîr nexweş e bela ye
Tuzik dermanê dila ye

Riya tuzik ne dur e
Gola wê jî ne kur e
Tuzik bendaka hur e  
Derman e û bê qisur e
 
Pîrê ra bû ser pîya
Gazî kirî gundiya
Emaneta tuzik e
Tuzik  heyata hemuya

Tuzik li ser ava ye
Av li biniye mala ye
Pîr nexweş e bela ye
Tuzik dermanê dila ye

Gotin û Mûzîk : Aram Tîgran

Diğer Şarkı Sözleri

Ergin Xelikan - Potporî 2
Ergin Xelikan - Pêrîşan
Ergin Xelikan - Buka Malê
Ergin Xelikan - Tirsa Min
Ergin Xelikan - Wek Qumirî
Ergin Xelikan - Gelo Ew Kî Ye
Ergin Xelikan - Şevên Tarî
Ergin Xelikan - Delal
Ergin Xelikan - Deb Bihejîne
Ergin Xelikan - Nurê
Ergin Xelikan - Were Keko

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir